Şanda DEM Partiyê ji bo serdana Ocalan çû Girava Îmraliyê

Şanda DEM Partiyê ji bo serdana Ocalan çû Girava Îmraliyê

PeyamaKurd – DEM Partiyê ragihand ku şandeke wan îro Yekşemê 18ê Gulanê ji bo hevdîtina ligel Abdullah Ocalan çûye Girava Îmraliyê.

Li gorî daxuyaniyê, şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê bi rê ketiye ku ev yekem serdana piştî biryara çekdanîn û xwefesihkirina PKKê ye.  

Hate diyarkirin ku şande ji parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê.

Piştî hevdîtinê tê çaverêkirin, nêrîna Ocalan a li ser biyara çekdanîna PKKê û rewşa pêvajoyê bê parvekirin.

 

Ev nivîs 161 car hatiye xwendin.