Artêşa Îsraîlê: Êrîşa Hûsiyên Yemenê hate astengkirin

Artêşa Îsraîlê: Êrîşa Hûsiyên Yemenê hate astengkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku derengiya şevê Hûsiyên Yemenê êrîşeke moşekî bi ser çend deverên Îsraîlê de pêk aniye ku ew êrîş ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve hate pûçkirin.

Hêzên Çekdarên Îsraîlê ragihand, ji ber moşekên ji Yemenê ve hatine avêtin, sîrenan li gelek deveran lêdaye. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrîş ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatiye astengkirin û ti ziyanek çênebûye.

Li gorî nirxandinan êrîş ji aliyê Hûsiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike ve hatiye kirin.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.