Almanya: Hemû hewldan ji bo agirbesteke bê şert û merc in

Almanya: Hemû hewldan ji bo agirbesteke bê şert û merc in

PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ragihand ku hemû hewldanên Ewropa li ser bidestxistina agirbesteke bê şert ji Rûsyayê ne. Merz got, "Niha tu sedem tune ji bo axaftina li ser 'bicîkirina leşkeran li Ukraynayê', em ji vê gelekî dûr in. Em dixwazin çek bêdeng bin û mirin bisekinin."

Merz destnîşan kir ku hevdîtinên Stenbolê, tevî helwesta erênî ya Ukraynayê, ne di asta hêviyên wan de bûn.

Merz got ku welatên Yekîtiya Ewropayê niha balê didin ser rawestandina şer û mirinê, ne tiştekî din.

Ev nivîs 183 car hatiye xwendin.