Tirkiye: Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê nîşan dan ku niyeta wan a pêkanîna aştiyeke mayînde tune ye

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê bertek nîşanî berfirehkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê da û diyar kir ku ev rewş înîsiyatîfên aştiyê qels dike.
Wezareta Karên Derve derbarê operasyona bejayî ya berfireh a Îsraîlê li ser Xezzeyê de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demekê de ku danûstandin berdewam dikin, berfirehkirina êrîşên Îsraîlê li Xezzeyê hemû hewldanên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê têk dide. Vê rewşê careke din nîşan da ku Îsraîl niyeta pêkanîna aştiyeke mayînde tune. Em banga xwe ya ji bo rawestandina tavilê ya operasyonan li deverên cuda yên Xezzeyê, destûrdayîna ketina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê û agirbesteke tavilê dubare dikin."
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo aştiya herêmê tedbîran bigirin û hat gotin, "Ji bo avakirina aştî û ewlehiya herêmî, girîng e ku civaka navneteweyî li dijî Îsraîlê gavên bi bandor û biryardar bavêje. Em civaka navneteweyî vedixwînin ku li gorî erkên xwe yên qanûnî û mirovî tedbîran bigire."
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya planeke êrîşê ya nû de ku di 4ê Gulanê de ji aliyê kabîneya ewlehiyê ve hatiye pejirandin, bi armanca berfirehkirina dagirkeriyê û mayîndekirina wê, li Xezzeyê dest bi êrîşên bejahî kiriye.





