Tirkiye ji bo Rojavayê Kurdistanê lez da dîplomasîya piralî: Plana operasyona leşkerî

PeyamaKurd- Tirkiye piştî hilweşîna rejîma Esed û hatina Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) li ser desthilata Sûriyê hewl dide Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ku bi awayê defakto hatiye damezrandin ji holê rake. Di vê çarçoveyê de jî li ser dixebite ku bi rêya pêvajoya bi Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştevana wan herî xurt e ji hev bixe û bi Şamê re entengre bike.
Pisporên Rojhilatnas van hewldanan wekî dijtaiya statu û mafên Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê dinirxînin û dibêjin, ev armanca Tirkiyê ya ji bo jinavbirina statuyê, dibe yek ji girêkên herî aloz ên pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê jî.
Enqere hebûna YPG’ê, ku weke baskê Sûriyeyê yê PKK’ê dibîne, weke gefeke li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dinirxîne. Di vê çarçoveyê de, trafîka hevdîtinên giran ên MÎTa Tirkiyeyê ya vê dawiyê bi aktorên sereke yên wekî DYE û Fransayê re, tevgerên dîplomatîk û leşkerî yên Enqereyê nîşan dide. Ev hevdîtin nîşan didin ku Tirkiye ji bo jinavbirina destkeftiyên Kurdan li herêmê, planên cuda xistiye ser maseyê, di nav de hevkariya bi rêveberiya Şamê û eşîrên Ereb re.
MÎT a Tirkiyê bi Washington û Parîsê di têkiliyê de ye
Hevdîtinên Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin yên bi şandeyên Amerîka û Fransayê re, dikare weke parçeyekî hewldana Tirkiyeyê ya ji bo rewakirina amadekariyên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê di qada navneteweyî de were xwendin. Di van hevdîtinan de Enqere amaje bi wê yekê dike ku Rêveberiya Xweser a li Rojava ji welatên weke Îsraîl û Fransa piştgiriyê digire û ev yek ji bo ewlehiya Tirkiyeyê gefek e nîşan bide. Bi vî awayê hem dixwaze daxwazên Kurdên Sûriyê yên ji Şamê kêm bike û hem jî çareseriya ku dixwaze ferz bike.
Armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku ji aliyekî ve ji bo ku PKK çekan deyne û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe zemînê amade bike, ji aliyekî din ve jî li dijî têkoşîna Kurdên Sûriyeyê ya ji bo bidestxistina statuyê, astengeke leşkerî û dîplomatîk deyne. Ev rewş nakokiyên Tirkiyeyê yên hem di siyaseta navxweyî de hem jî ya derve de bi awayekî zelal derdixe holê.
Nêzîkbûna Enqere-Şam û hevsengiyên li Sûriyeyê
Îdiayên li ser nêzîkbûna Tirkiyeyê ya bi rêveberiya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara re, nîşana destpêkirina serdemeke nû di dîplomasiya herêmî de ye. Motîvasyona sereke ya vê nêzîkbûnê, dibe ku plana operasyoneke hevpar be ji bo tunekirina statuya Kurdan li bakurê Sûriyeyê.
Agahdariya MÎTê ya ji bo rêveberiya Şamê ku balafirên şer ên Tirk dê piştgiriyê bidin rizgarkirina herêmên Ereban ji destê HSDê, yek ji hûrgiliyên herî berbiçav ên vê hevkariya potansiyel e. Ev gav nîşan dide ku Tirkiye piştî bi salan cara ewil nîşan dide ku bi hukûmeta Sûriyeyê re di nav koordînasyoneke leşkerî de ye û di heman demê de ji bo paşeroja Kurdên li Rojava gefeke mezin e.
Têkoşîna Kurdan a ji bo Statuyê û Nakokiyên bi Şamê re
Kurdên Sûriyê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi berdêlên mezin xweseriyeke girîng bi dest xistin. Lê belê, ev destkeftî ji ber gefên leşkerî yên Tirkiyeyê û nakokiyên siyasî yên bi hukûmeta Şamê re, her dem di bin metirsiyê de ne. Peymana ku di 10ê Adarê de di navbera HSD û Şamê de hate îmzekirin, ji bo diyarkirina paşeroja statuya leşkerî û siyasî ya Kurdan xwedî girîngiyeke krîtîk e. Lê belê, agahiyên tên, nîşan didin ku Şam ji cîbicîkirina vê peymanê dûr dikeve û ev yek jî têkoşîna Kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe zehmet dike. Kurd hewl didin ku statuya xwe biparêzin, bi şopandina polîtîkayeke hevsengiyê di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de.
Rola Fransa û Amerîkayê û astengiyên dîplomatîk
Helwesta Fransa û Amerîkayê ya li hember Kurdên Sûriyeyê dibe sedema aloziyê di têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re. Li gorî raporên MÎTê, tê gotin ku Fransa piştgiriya siyasî û dîplomatîk dide Rêveberiya Xweser a li Rojava, Amerîka jî bi Îsraîlê re statuya Kurdan xurt dike.
Ev yek, yek ji mezintirîn astengiyên dîplomatîk ên li pêşiya amadekariyên operasyona Tirkiyeyê ye. Nêzîkatiya siyaseta Amerîkayê ya Sûriyeyê ji ya Îsraîlê cuda ye, lê Îsraîl ji bo gihîştina armancên xwe hevalbendên xwe yên li Sûriyeyê bi kar tîne, hevsengiyên hêzên li herêmê yên aloz eşkere dike. Tirkiye bi bikaranîna vê rewşê hewl dide ku hêzên rojavayî bîne aliyê xwe.
Faktora Îsraîl û dînamîkên herêmî
Faktoreke din a girîng a ku di raporên MÎTê de gelek tê destnîşankirin rola Îsraîlê ye li herêmê. Tirkiye îdia dike ku Îsraîl bi dayîna piştgiriyeke stratejîk ji Kurdên li Rojava re, ewlehiya navxweyî ya Tirkiyeyê dixe xeterê û ji bo rê li ber bandora Îranê ya li herêmê bigire, bi Kurdan re hevkariyeke îstixbaratî dike. Ev rewş nîşan dide ku planên Tirkiyeyê yên li ser Rojava ne tenê bi PKK'ê re sînordar in, di heman demê de armanc ew e ku hesabên aktorên din ên li herêmê jî xera bike. Ev helwesta Îsraîlê, aloziya di navbera Tirkiye, DYE û Fransayê de hîn zêdetir kûr dike û pêvajoya çareseriyê ya li Sûriyeyê hîn aloztir dike.
Siyaseta Dubendî ya Tirkiyeyê û Senaryoyên Pêşerojê
Siyaseta Tirkiyeyê ya ku ji aliyekî ve dixwaze PKK çekan deyne, ji aliyekî din ve jî ji bo tunekirina statuya Kurdan a li Sûriyeyê planên leşkerî dike. Planên operasyona hevpar a MÎTê ya bi hikûmeta Şamê re, Amerîka û Fransayê neçar dike ku siyaseta xwe ya li ser statuya Kurdan a li Sûriyeyê ji nû ve binirxînin. Ev rewş dê rasterast bandorê li pêvajoya danîna çekan a PKKê jî bike. Ji aliyê din ve, tê pêşbînîkirin ku Kurdên Sûriyeyê, ji bo piştgiriya xwe ya navneteweyî winda nekin, hewldanên xwe yên dîplomatîk zêde bikin û şopandina polîtîkaya hevsengiyê ya di navbera hêzên herêmî de bidomînin. Ev hemû geşedan nîşan didin ku paşeroja herêmê girêdayî tevgerên leşkerî û dîplomatîk e.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




