Putin: Li ser Xetta şer ya Ûkraynayê 700 hezar zêde leşker hene

Putin: Li ser Xetta şer ya Ûkraynayê 700 hezar zêde leşker hene

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serokê partiyên ku di baskê jêr yê Parlementoyê de, di Dûmayê de dixebitin, wan qebûl kir. Putin ragihand ku di xetta şerê bi Ûkrayna de ji 700 hezarî zêdetir leşker hene û mirov dikare ji nav wan kesên karibin di dezgeyên dewletê de bixebitin, bibjêre û di karê dewletê de bicîh bike. Di hevdîtinê de Putin got:

“Di xetta temasê de ji 700 hezarî zêdetir leşkerên Rûsyayê hene. Divê mirov ji nava wan ew kesên dikarin û dixwazin di karên dewletê de bixebitin bibjêre û wan bicîh bike.”

Putin hem got ku divê Rûsya di şerê bi Ûkrayna re yê leşkerî ku dimeşîne, divê biser bikeve û demografişya welat baştir bikin.

Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.