Polîs dema diçûn ciyê qezayê vê carê ew qeza kirin: 8 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Tokatê otomobîlekî bi sedema erd şematek bû çû li dîwarê bergiriyê xist. Polîsên trafîkê yên diçûn ciyê qezayê bi otomobîlekî dinê re li hev ketin û di encamê de 2 ji wan polîs 8 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Niksar-Reşadiye li nêzî gundê Akıncı qewimî. Ereba ku Resul Demir dajot ji ber rê şematek bû şemitî û li dîwarê kenarê rê aliyê çepê xist.
Li ser qezayê, dema polîs çû ciyê qezayê, ajotvanê erebeyekî yê bi navê Garip Kızılbulak ji pare li ereba trafîkê xist. Di tevayê qezayan de bi temamî 8 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Niksarê û li ser qezayan cendirme û polîs lêpirsînê dan destpêkirin.
Ev nivîs 61 car hatiye xwendin.




