Rojava | Hevpeymaniyê û HSDê 54 operasyon li dijî DAIŞê kirin

PeyamaKurd- Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 50 operasyon li dijî şaneyên DAIŞê pêkanîn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, "Ji destpêka 2025an ve Hevpeymaniya Navdewletî li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 54 operasyon li dijî şaneyên DAIŞê li Hesekê, Reqa, Dêra Zorê û Helebê" pêk anîne.
Di wan operasyonan de, 14 endamên DAIŞê hatine kuştin, 119 jî hatine girtin ku di nav wan de berpirs jî hene.
SOHRê duşema borî jî eşkere kiribû, ji destpêka Îlonê ve Hevpeymaniya Navdewletî 107 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojîstîkî ji Herêma Kurdistanê bi rêya deriyê Welîd derbasî bingehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kirine.
Herwiha ji bilî 107 barhilgiran, 3 balafirên barhilgir jî gihiştine bingehên li Rojavayê Kurdistanê.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




