Amerîkayê erka dîplomatên Sûriyê yên li Stenbolê bidawî anî

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Amerîkayê hejmarek dîplomatên xwe yên payebilind ên dosyeya Sûriyê ji postên wan dûr xistiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Reutersê, ew dîplomatkarên platforma Sûriyê yên Herêmî (SRP) li Stanbolê kar dikirin, raporên xwe ji bo Nûnerê Taybet ê Sûriyê Tomas Barrak dişandin.
Hate diyarkirin ku ev geşedan bandorê li siyaseta Amerîka ya Sûriyê nake, û tu nakokî tune ne, tenê ev rêkar weke dubare rêxistinkirinê hatiye standin.
Bi zarê jêderekî rojavayî hatiye gotin ku yek ji wan sedeman ew e, ku cudabûnek di nêrîna wan dîplomatkaran û Barrack de derbarê doseya HSD û Ehmed Şera de hebû, lewma ji kar hatine dûrxistin.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




