WSJ: Amerîkayê ji hevalbendên Ereb re peyama Îranê şand

WSJ: Amerîkayê ji hevalbendên Ereb re peyama Îranê şand

PeyamaKurd- Rojnameya The Wall Street Journal (WSJ) derbarê şerê Îsraî-Îranê de raporek belav kir ku tê de tê gotin, plana şer piştî êrîşên Amerîka yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê eşkeretir bûye.

Amerîkayê êrîşî hedefên lîsteya Îsraîlê kir

Li hemberî gelek cihên leşkerî yên di lîsteya hedefên Îsraîlê de êrîş pêk hatin; lê belê rewşa şer wê li gorî bertekên Îranê diyar bibe.

Ji Amerîka bo hevalbendên Ereb peyama Îranê

Amerîkayê ji hevalbendên xwe yên Ereb ên li herêmê re ragihandiye ku Îsraîl dixwaze şer bi dawî bike û vê peymana wê ragihînin Îranê.

Îran dixwaze bersiva êrîşên Amerîkayê bide

Lê belê Îranê ragihand ku heya ew bersiva êrîşên Amerîkayê yên li dijî tesîsên nukleerê yên li bajarên Fordo, Natanz û Esfexanê nedin, dawiyê li şer nayînin.

Kapasîteya atomî ya Îranê ziyaneke mezin dît

Çavkaniyên Îsraîlê dane zanîn ku piştî êrîşên Amerîkayê kapasîteya nukleer a Îranê zirareke mezin dîtiye û ew hêvî dikin ku Îran wê piştî van yekan dest bi muzakereyê bike û dawiyê li bernameya xwe ya dewlemendkirina ûranyûmê bîne.

Ger Îran cardin binesaziya nukleerî ava bike...

Li gorî rapora WSJê Îsraîlê daye xuyakirin ku ger Îran ji nû ve dest bi avakirina binesaziya nukleerî bike ew amade ye ku li dijî wê êrîşên hewayî yên nû pêk bîne.

Çavkaniyeke Îsraîlî diyar kiriye ku ger Îran êrîşî Îsraîlê bike ew ê operasyonên leşkerî ji nû ve bidin destpêkirin û gotiye: ‘’Ge ew êrîş bikin, em ê jî êrîş bikin.’’

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.