Serokomarê Tirkiyê ji bo Lutkeya Şangayê çû Çînê

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hevjina wî Emine Erdogan, ji bo beşdarîya 25emîn Civîna Lûtkeya Konseya Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariya Şanghayê (Şanghai Cooperation Organization), çûn bajarê Tianjin ê Çînê.
Erdogan, li Balafirgeha Tianjinê, bi merasîmeke fermî ji aliyê rayedarên Çînê ve hat pêşwazîkirin.
Tê payîn ku Erdogan di demjimêrên pêş de bi serokên hin welatan re hevdîtinên dualî pêk bîne û paşê jî beşdarî şîva ku ji aliyê Serokê Çînê Xi Jinping û jina wî ve ji bo beşdarên lûtkeyê hatiye lidarxistin, bibe.
Tê pêşbînîkirin ku civîna berfirehkirî ya Rêxistina Hevkariya Şanghayê jî sibe di roja duyemîn a lûtkeyê de pêk bê.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




