Mala helbestkarê Kurdî Şêrko Bêkes dê bibe muzexane

PeyamaKurd – Mala helbestvanê Kurdî Şêrko Bêkes a li Silêmaniyê dê vediguhere muzeyekê û di demek nêzîk de dê ji bo mêvanan vebe.
Halo Şêrko Bêkes, kurê helbestvan, got, "Me ne tenê xwest bîranînên salên borî dubare bikin. Vê carê, me xwest gaveke nû bavêjin," û da zanîn ku wan îsal li şûna bîranînê, bal kişandiye ser vekirina muzexaneyê.
Muzexaneya ku li mala ku Şêrko Bêkes li taxa Aştî ya Silêmaniyê lê jiyaye ye, dê eşyayên şexsî yên helbestvan nîşan bide û kafeyek jî di nav de hebe.
Her çend malbatê biryar daye ku îsal merasimeke rrmî li dar nexe jî, gelek ciwan û alîgir dê li Parka Silêmaniyê Azadiyê amade bibin da ku serdana gora Şêrko Bêkes bikin.
Şêrko Bêkes kî ye?
Ew di 2yê Gulana 1940an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Kurê helbestvanê gelêrî yê navdar ê Kurd Faiq Bêkes e.
Ew di sala 1965an de tev li tevgera rizgariya Kurd bû. Ew di salên piştre de jî beşdarî têkoşînê bû.
Paşê Bêkes çû Swêdê û di sala 1991an de vegeriya welatê xwe û demekê wekî Wezîrê Çandê xebitî.
Helbestvan, ku di sala 1993yan de vegeriya Swêdê, di 4ê Tebaxa 2013an de li Stockholmê koça dawî kir. Wî gelek pirtûkên helbestan bi Kurdiya Soranî çap kirin.
Wî di wesiyeta xwe de xwestibû ku gora wî li Parka Azadî, li kêleka Abîdeya Şehîdên 9ê Hezîranê be. Sedema wî ev bû:
"Her çend ez bimrim jî, ez dixwazim nêzîkî mirovan, muzîkê û jiyanê bim."
Bêkes her wiha daxwaz kiribû u ew bi Alaya Kurdistanê were veşartin, pirtûkên helbestan li ser gora wî werin danîn û ji bo helbestvanan pirtûkxaneyek û kafeyek were çêkirin.
Di wesiyeta xwe de, wî her wiha daxwaz kir ku her sal xelatek bi navê "Xelata Bêkes" ji bo baştirîn pirtûka helbestan were dayîn û lêçûnên wê ji hêla mîrata wî ve werin dayîn.
Muzexaneya Şêrko Bêkes amadekariyan dike ku bibe navendeke çandî ku dê mîrata wî ya wêjeyî biparêze û îlhamê bide nifşên nû. Tê payîn ku di çend rojan de were vekirin.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




