Li Tirkiyê dest b çînan bindeqan kirin

Li Tirkiyê dest b çînan bindeqan kirin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Düzce li navça Akçakocayê bi sedema îsal hewa germ bû, wextê çinîna bindeqan zû hat û cotyar dest bi çinîna bindeqan kirin. Hilberîner dibêjin ku îsal bindeq zû gihaştin û xwe temam kirine.

Tevî ku îsal hewa sar bû û sermaye li darên bindeqan xist jî bereketa wan başe û zû dest bi çinîna wan kirine. Yek ji hilberînerên bindeqan ji navça Akçakocayê gotiye:

“Îsal bindeqên me xwe zû xwe berdan û hem zû gihaştin. Ji ber hewa germ bû, hinek jiwan şewitîn. Me dît ku gihîştine û me jî dest bi çinîna bindqan kir. Înşallah bihayekî baş bidin bindeqên me.”

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.