Li Perûyê bajarekî 3.800 salî derket ortê

PeyamaKurd – Li welatê Perûyê bajarekî li peravê ku Çiyayên Antê û Amazonê digihîne hev, derket ortê. Ji bo bajêr bi temamî derxin ortê 8 sale ku xebatê dikin û piştî bajêr bi temamî derket ortê, dîtin ku di bajar de avahiyên mezin û biçûk, xaniyên kompleks, mabedên dînî û di bajêr de civakekî birêxistin jiyaye û ji dîrokê re rohniyê digre.
Bajarê bi navê Penico di dîrokê de di navbera xelkê herêmên çiyayî û daristanên baranê de rolekî çandî û rolekî bazirganiya navendî leyîstiye.
Bajêrê Penico ji bajarê dîrokî yê pîroz yê bi navê Caralê tenê 12 km dûre, berya zayîna Îsa di navbera salên 1800 û 1500an de yanî wekî xanedaniya Çînê ya Şangê û ya Misrê di heman salan de jiyana bajarî hebûye. An ku weka Kela Wanê ya Tûjbayê ya dewra Ûrartûyan û Hatûyên li Riha û Deşta Amîkê ya nêzê Qarqamîşê.
Di bajêr de heya niha kevirên hêja yên nadir yên kolyeyên ji qalikên heywanên deryayê, rodokrozit û krizokol çêkirine hatine dîtin, fîgurên mirovan, peykerên teswîrên mirov û heywanan yên rîtuel ku nehatine firûnkirin hatine dîtin.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




