2 malbat pevçûn û di encamê de 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Sakarya li navça Serdivanê di navbera du malbatên cîran de pevçûn derket û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 4 kes ji aliyê hêzên asayîşê ve xistin binçav.
Doz, ji aliyê serdozgeriya Sakarya de tê meşandin. Beşa asayîşê ya bajêr gumanbar T.Y, A.Y. û B.Y. kesê bi navê S.Y. ku tedawiya wî li nexweşxanê dewam dike xist binçav. Îfadên wan li baregeha asayîşê hat sitendin û wan birin edliyê.
Dadgeriya nobedar T.Y, B.Y. û S.Y. şand zîndanê û A.Y. bi şertê kontrola edlî serbest hat berda.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




