Ji rayedarên Herêma Kurdistanê peyamên pîrozbahiya cejna Paskalyayê

PeyamaKurd – Lîderên Herêma Kurdistanê cejna Paskalyayê ya Xîrîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û dinyayê bi peyaman pîroz kirin.
Serok Mesûd Barzanî bi sedema hatina cejna Paskalyayê behsa girîngiya pêkvejiyanê ya li Kurdistanê ya civakên etnîkî, dînî kir û balê kişand ser aştiyê, biryatiyê û bi hevre jiyanê. Serok Barzanî di peyama xwe de got:
“Bi vê wesîlê em giringiyê didin çanda pêkvejiyanê, biratiyê û xweşbîniyê. Ev qerd û qiymetên me bo xelkê Kurdistanê ciyê serbilindiyê ye, divê bên parastin û dewlemendkirin. Bi sedema hatina cejna Paskalyayê, ez cejna Xîrîstiyanên Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê pîroz dikim û bila cejnên hemî etnîkiyan û dînên cuda di nav aştiyê de derbas bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya cejna Paskalyayê de got:
“Wê Herêma Kurdistanê dewam bike û bibe ciyê cureyên civakên cuda. Wê Kurdistan, her ciyê jiyana civakên baweriyên wan cuda û nasnamên cuda be û bi hev re bijîn. Bi sedema cejna vejîna Hz. Mesîh, ez cejna temamê hemwelatiyên Xîrîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn bo temamê mirovahiyê xêrê, xweşiyê aştiyê û aramiyê bîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiya cejna Paskalyayê belav kir û tê de cejna Xîrîstiyanan pîroz kir. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:
“Hêvî dikim ku hun vê cejnê di nav şahî û aramiyê de derbas bikin. Bi vê cejna pîroz re, bila bibe wesîla aştiyê, pêkvejiyanê û xizmetê bo hezkirina navbera pêkhateyan bike û bila hezkirina navbera civakan bêhtir xwurt bibe.”
Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.




