"Agirbesta ku ji hêla rêberê Rûsyayê ve hatî ragihandin pencereyek sembolîk vedike"

PeyamaKurd – Pisporê ewlehiyê ya Cezayîrê Mizab diyar kir ku agirbesta ku ji aliyê serokê Rûsyayê Pûtîn ve hatiye ragihandin pencereyek sembolîk li ber îhtîmala çareseriya dîplomatîk a vê nakokiyê vekiriye, eger alî îradeya siyasî nîşan bidin.
Pisporê ewlehiyê yê Cezayîrê Ehmed Mizab ji Sputnikê re li ser agirbesta ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi minasebeta Cejna Paskalyayê ragihandibû, axivî.
Mizap di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Ev biryar îşaretekê dide raya giştî ya Ortodoks a Rûsya û cîhanê ku Rûsya bi nasnameya xwe ya olî re dilsoz dimîne, lê (Vladimir) Zelenskiy li gorî mantiqa şerê topyekûn tevdigere û her pêşniyara agirbestê red dike.
"Agirbesta ku ji aliyê Serokê Rûsyayê ve hat ragihandin, pencereyek sembolîk li çareseriya dîplomatîk a vê nakokiyê vedike, eger alî îradeya siyasî nîşan bidin."
Pisporê Cezayîrî axaftina xwe wiha domand:
“Rejîma Ukraynayê ewlekarî û rewatiya xwe bi piştevaniya leşkerî, darayî û medyayî ya Ewropa û Amerîkayê ve girêdaye, ji ber wê yekê jî dike rehîn ji wê piştevaniyê re û nahêle ku ew biryarên giring bêyî şêwirîna patronên xwe bide. Ev girêdan ji Ukraynayê re buha bûye. Binesaziya welat hat wêrankirin, aboriya wê têk çû, civaka Ukraynayê di rewşek domdar a westandinê de ye û serwerî bûye rehînên navendên biryardanê li Bruksel û Washington."





