Rûsya û Îranê bi nirxê 4 milyar dolaran peymana petrolê girêdan

PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsin Paknejad ragihand ku bi şirketên Rûsyayê re çar peymanên bi nirxê 4 milyar dolaran ji bo pêşxistina heft qadên petrolê hatine îmzekirin.
Piştî hevdîtinên ku li Moskowayê li gel berpirsên Rûsyayê pêk anîn, Paknejad got ku her du welat li ser bihêzkirina hevkariya di warên stratejîk de bi taybetî petrol, gaza sirûştî û enerjiya nukleerî li hev kirine. Sala 2024'an hecma bazirganiyê di navbera her du welatan de bi rêjeya %16.2 zêde bûye û gihîştiye 4.8 milyar dolarî.
Paknejad da zanîn ku Îran û Rûsya dê hevkariya xwe ya di warê bikaranîna aştiyane ya enerjiya nukleerî, avakirina tesîsên nû yên nukleerî û temamkirina qonaxên duyemîn û sêyemîn ên Santralê Nukleerî ya Buşehrê bidomînin.
Herwiha got ku santraleke nû ya nukleerî li Îranê dê bi krediya Rûsyayê bê avakirin. Wezîrê Îranê bal kişand ser hevkariya nû ya bi Gazprom re û diyar kir ku hevkarî di warên petrokîmya, pevguhertin û pêşxistina qadên petrolê de dê berdewam bike.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




