Pûtîn pêşwazî li nûnerê Donald Trump kir

PeyamaKurd - Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, îro 25ê Nîsanê li Moskowê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê DYA Donald Trump, Steve Witkoff kir.
Witkoff ji bo peywendiyan çû paytextê Rûsyayê Moskowê û ji aliyê Pûtîn ve hat qebûl kirin.
Berdevkê Koşka Krêmlînê Dmitry Peskov ragihand ku, "Pûtîn, Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff li Krêmlînê kiriye mêvan." Di hevdîtinê Cîgirê Serokdewletê Rûsyayê û Şêwirmendê Siyaseta Derve Yuri Uşakov û Nûnerê Taybet ê Veberhênan û Hevkariya Aborî yê Putin Kirill Dmitriev beşdar bûn.
Ev hevdîtin di du hefteyên dawî de ya duyemîn û di vê salê de ya çaremîn a di navbera Pûtîn û Witkoff de ye. Hevdîtina dawî ya ku di 11'ê Nîsanê de li St. Petersburg'ê pêk hatibû û tê de şerê bi Ukraynayê re hatibû nirxandin ku ji 4 saetan zêdetir dom kiribû.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




