Wezîrê Îranê Ebas Eraqçî ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re gihîşt Umanê

Wezîrê Îranê Ebas Eraqçî ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re gihîşt Umanê

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku Wezîrê Derve Ebas Eraqçî û şanda wî gihîştine payteşta Umanê Masqatê da ku beşdarî gera sêyemîn a danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê bibin. Danûstandin bi navbeynkariya Umanê derbarê mijarên nukleerî de tên kirin.

Bekayî got, ew amade ne garantiyên maqûl bidin aliyê din ku bernameya wan a nukleerî bi temamî aştiyane ye, lê di heman demê de dê mafên xwe yên qanûnî û meşrû yên nukleerî biparêzin. Wî diyar kir ku armanca sereke ya Îranê rakirina dorpêçên ne-qanûnî û ne-mirovî ye ku li ser gelê Îranê hatine sepandin, û dê dem nîşan bide ka aliyê din çiqas cidî ye ji bo peymaneke dadmend û rastîn.

Amerîka dixwaze ku Îran dev ji berhemanîna ûranyûma zêde dewlemend berde ku bawer dike dikare di çêkirina bombeyên atomî de bê bikaranîn. Îran dibêje ku bernameya wê her dem aştiyane bûye û amade ye ku di berdêla rakirina dorpêçan de bernameya xwe ya nukleerî "sînordar" bike, lê pêwîstiya wê bi garantiyan heye.

Tê gotin ku Îran dê qebûl neke ku santrifûjên ûranyûm dewlemendkirinê rake, dewlemendkirina ûranyûmê bi temamî rawestîne, an jî stoka ûranyûma dewlemendkirî daxîne bin astên ku di peymana 2015'an de hatibûn diyarkirin.

Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.