Amerîkayê li Yemenê êrîşî Hûsiyan kir

Amerîkayê li Yemenê êrîşî Hûsiyan kir

PeyamaKurd – Di êrîşên esmanî yên artêşa Amerîkayê yên li dijî Hûsiyên Yemenê de herî kêm 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

Di berdewamiya êrîşên xwe yên li dijî Hûsiyan li Yemenê, artêşa Amerîkayê vê carê herêma El-Ferwah a li paytexta wî welatî Sana kir hedef.

Li gorî nûçeyên televîzyona El Masîra ya nêzî Hûsiyan, di êrîşên li nêzî bazarekê de herî kêm 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.

 
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.