Amerîka: "Bendene rêvebiriya Şamê pêngavên li dijî terorê heya yên hêza temsîlê bavêjin"

Amerîka: "Bendene rêvebiriya Şamê pêngavên li dijî terorê heya yên hêza temsîlê bavêjin"

PeyamaKurd – Maslahatguzara Amerîka (DYA)yê ya li nûnertiya Neteweyên Yekgirtî Dorothy Shea ragihand ku ew rêvebiriya Şamê an ku ya Sûriyê pêngav bi pêngav dişopînin û bendene ku rêvebirî ji têkoşîna li dijî terorê heya zanibin bê hêza rêvebiriyê ya temsîlê çiqas heye, di temamê sehayan de bendewarên pêngavên wan in.

Dorothy Shea, ragihandina xwe di axaftina di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de kir ku civîn bi temamî li ser pêşdeçûnên li Sûriyê bû û maslahtguzarê ragihand ku ew gav bi gav kiryarên rêvebiriya Sûriyê ya demkî dişopînin.

Di civînê de wezîrê kar û barên derve yê rêvebiriya Şamê yê demkî Esad Hasan Şeybani jî hebû. Shea got ku ragihandina kabînê ya ku di meha Gulanê de hat kirin ya demkî hêvî dide mirov lê pêngavên ku bên avêtin bêhtir girîngin. Shea got:

“Weka me berê got, kesên di ciyên girîng de cîh digrin divê kalîta wan zêde be û hêza wan ya temsîlê xwurt be da bên erkdarkirin. Bendewariyên me ji rêvebiriya Şamnê evin:

-Divê teror bi temamî bê redkirin û tekbirin,

-Divê li hemberê welatên cîran êrîşkarî tinebe,

- Divê şervanên biyanî yên terorîst di wezîfên fermî de cîh negrin,

-Divê ber li hêzên Îranê û grûbên bi ser Îranê ve bê girtin,

-Divê sîlihên komkujiyê bên îmhakirin,

-Divê alîkariyê bidin da ew kesên hemwelatiyên DYAyê yên li Sûriyê wenda bûne, wan bibînin,

-Divê azadiya temamê Sûriyeyiyan û ewlehiya wan temîn bikin.

Em ê li Sûriyê car din baregehên xwe yên leşkerî nûh bikin. Ev pêngav, wê bike ku IŞİD li herêmê û dinyayê bandora wê kêm bibe.

Fermandariya Hêzên Navendê yê DYAyê (CENTCOM) bo li hemberê IŞİDê bo her pêngavê bavêje amade ye, wê DYA li dijî temamê tehdîdên terorê bi hevkarên xwe yên herêmê re, hevkariya xwe dewam bikin.”

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.