Artêşa Sûriyeyê dest bi têketina Siwêdayê kir: Rêberên Durziyan daxuyanî da

PeyamaKurd – Piştî şerê çekdarî yê 3 rojan ê li Siwêdayê, rêbêrên Durziyan ragihand ku ew têketina hêzên Wezaretên Navxweyî û Parastinê yên Sûriyeyê bo navenda bajêr bi dilgermî pêşwazî dike.
Di daxuyaniyê de, rêberiyê tekez kir ku ew piştgiriyê didin vegerandina saziyên dewletê ji bo pêşîgirtina li kaos, xwînrijandin û bêserûberiyê, û bang li hemû komên çekdar kir ku çekên xwe radest bikin û li dijî hêzên dewletê dernekevin. Her wiha, wan daxwaz kir ku bila diyalogeke bi hikûmeta Sûriyeyê re ji bo çareserkirina aloziyan dest pê bike.
“Qedexeya derketina derve û plana ewlehiyê”
Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku hêzên ewlehiyê bersiva daxwazên gel didin û bi aliyên bi bandor ên parêzgehê re hevahengiyê dikin. Berdevkê wezaretê, Nûredîn el-Baba, diyar kir ku armanca plana ewlehiyê, ku bi hevkariya Wezareta Parastinê hatiye amadekirin, "vegerandina desthilatdariya dewletê û bêçekkirina komên neqanûnî" ye.
Fermandarê Ewlekariya Navxweyî, Ehmed el-Dalatî jî ragihand ku ji saet 8:00ê sibehê ve qedexeya derketina derve li navenda Siwêdayê dest pê kiriye, û ji bo ewlehiya sivîlan bang kir ku li malên xwe bimînin.
“Desttêwerdena Îsraîlê û îdiayên kaosê”
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê tankên ber bi Siwêdayê ve diçûn hedef girtine, û ev yek weke gefeke li ser ewlehiya xwe bi nav kir.
Wezareta Derve ya Sûriyeyê jî di daxuyaniyeke xwe de îdia kir ku "hin hêz hewl didin ku Siwêdayê bikişînin nav kaosê" û daxwaz ji komên Durzî kir ku tundûtûjiyê rawestînin û çekên neqanûnî radest bikin.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.





