Dorsa Tirê ker set otomobîlan: 5 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li bajarê Kocaeliyê li ser rêya D-100 ya bejayiyê li devera Dilovasiyê 2 otomobîl û Tırekî li hev ketin. Dorsa tırê bi bandora lihevketinê ket ser otomobîlan û li gor tesbîtê; 5 kes mirin û kesekî birîndar bû.
Bûyer seet li dora 17.30an de çêbû û konteynira li ser dorsê bû jî ket. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîsan çûn ciyê bûyerê.
2 kes li ciyê bûyerê û 3 kes li nexweşxanê can dan. Ajotvanê tırê jî birîndar bû.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




