Bahçelî: Divê PKK di karê xwe fesihkirinê de zû bike û çekan radest bike

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiye Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî li ser rojevê û pêvajoya xwefesihkirin û çekdanîna PKKê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Bahçelî got ku divê PKK karûbarên fesihkirina rêxistinî temam bike û wiha pê de çû: "Rêya herî baş ew e ku PKK kongreya xwe li dar bixe û li ser banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê karê fesihkirina rêxistinî temam bike û çekan jî radestî Komara Tirkiyeyê bike. Divê ev kar zêdetir neyê dirêjkirin."
Bahçelî diyar kir ku Îtifaqa Cumhur di hedefa "Tirkiyeya bêteror" de dikare bi awayekî jîr û jêhatî wezîfeya xwe bike û got: "Îtifaqa Cumhur ji bo ku vê wezîfeyê bi cih bîne bi bawer e, dildar e, biryardar e û ji bilî vê jî jêhatî û bi qabiliyet e."
Ji bo CHPê jî Bahçelî got, "Gotina Serokê CHPê (Ozgur Ozel) ya 'Ez ê şer îlan bikim' mentiqeke xelet, bê besîretî û heta wisa ku hezeyaneke skandal e. Ew dê li dijî kê şer îlan bike, ev nepenî û ne zelal e."
Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.




