Balafirên Îsraîlê li başûrê Lubnanê xistin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer vê siba li başûrê Lubnanê li bajarê Nebatiye li sê bajarokan xist. Ajansa fermî ya Lubnanê NNA ragihand ku balafirên Îsraîlê li bajarokên Meys el-Cebel, Dibbin û Kefr Tibnit li pey hev bombe kirine.
Bi sedema êrîşan xelkê bajarokên yên ser rêya Kefr Tibnit-Nebatiye el-Fevkayê ji ber ewlehiya xwe terka malên xwe kirine. Ber bi Nebatiye û bajarokên cîran de koç destpêkiriye.
Rayedarên deverê ragihandin ku ji feleka Zawtarê rêya diçe ber bi Kefr Tibnitê de, bo demkî girtine. Heya êrîş dewam bikin wê ev tedbîr dewam bike.
Balafirên Îsraîlê her çiqas tesbîta kesên Hîzbûllahê li Lubnanê bike, êrîşan dike ser wan û ne tenê Îsraîl her weha rêvebiriya Lubnanê jî nikare Hîzbûllahê bixe bin kontrolê û Hîzbûllah di nav dewletê de dewletekî dinêye.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




