Li Endonezya (6.1) û li Kamçatkayê (7.8) erdhej çêbû

PeyamaKurd – Navenda Lêolînên Binerdî ya DYAyê (USGS) ragihand ku li Endonezyayê navenda wê 28 km li Başûrê Nabire, erdhejekî bi dereca 6,1 çêbûye û kûrahiya erdhejê di bin erdê de 10 km ye.
Piştî erdhejê rayedar talûka Tsunamiyê neragihandine.
Erdheja li Kamçatkayê:
Li Rûsyayê li nîvgirava Kamçatkayê bi dereca 7,8 erdhej çêbû. Piştî erdhejê hişyariya Tsunamiyê hat dayîn.
Li gor daxwuyaniya Navenda Lêkolinen Jeolojik ya DYAyê (USGS) navenda erdheje 128 km rojavayê bajarê Petropavlosvk-Kamçatskiy e.
Heya niha nehat gotin bê zerar û ziyana can û mal çêbûye an nebûye.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




