Trump û Starmer civiyan: Em ê meseleya Îsraîl û Xezeyê çareser bikin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump di roja duyemîn a serdana xwe ya Brîtanyayê de li Londonê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re civiya. Piştî ku duh li Kela Windsorê bi malbata qraliyetê re civîya, Trump bi helîkoptera xwe ya Marine One çû Buckinghamshire ji bo hevdîtina bi Serokwezîr Starmer re.
Starmer li derî pêşwaziya Trump kir û her du serokan piştre dest bi hevdîtineke taybet kirin.
Piştî hevdîtinê, di civîna hevpar a rojnamevanî de, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got, "Em bi hev re dixebitin ji bo bidawîkirina karesata mirovî ya li Rojhilata Navîn."
Starmer, li ser mijara Ukraynayê jî behsa tevgerên dawî yên Pûtîn kir û got, "Pûtîn di van rojên dawî de rûyê xwe yê rastîn nîşan da. Ev ne tevgera kesekî ku aştiyê dixwaze ye."
Donald Trump jî diyar kir ku ew difikirî ku şerê Ukraynayê dê bi hêsanî çareser bibe ji ber têkiliya wî bi Pûtîn re, lê Pûtîn ew hêvîşikestî kiriye.
Trump got, "Pûtîn bi rastî ez gelek hêvîşikestî kirim."
Li ser mijara Îsraîl û Xezeyê jî Trump got, "Mijara Îsraîl û Xezeyê tevlîhev e, lê em ê wê çareser bikin."
Herwiha Trump derbarê naskirina dewleta Filistînê de jî got: "Di mijara naskirina dewleta Filistînê de ez û Serokwezîr ne hevfîkir in. Ev yek ji wan nakokiyên kêm e."
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




