Fransa ragihand ku givaşên ser Îranê dê heya dawiya mehê bên bicîhanîn

Fransa ragihand ku givaşên ser Îranê dê heya dawiya mehê bên bicîhanîn

PeyamaKurd – Seroke Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku givaşên Neteweyên Yekgirtî yên ser Îranê dê heya dawiya vê mehê bên bicîhanîn. Di lihevkirina mijara nuklerî de ti pêşdeçûn nînin û wê Ewrûpa kemanîzma snapbackê aktîf bike.

Macron, ragihandina xwe di kanala Îsraîlê ya Kanal 12 de, di hevpeyvîna xwe de kir û got wê di çarçoveya peyamana nuklerî ya sala 2015an de, terefê Ewrûpayê Fransa, Îngîltere û Almanya mekanîzma snapbackê bixin dewrê. Macron got:

“Xeberên dawiyê yên em ji Îranê distînin ne yên ji dil in. Ev rewşa dawî ya Ewrûpaye. Em bi hemkarên xwe yên Almanya û îngîltere re xebitîn. Em ê Snapbackê bicîhbînin.”

Îranê ragihandibû ji ber Ewrûpa ji peymanê vekişiyaye ti bandora peymanê nemaye.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.