Nîzar Heyder: Amerîkayê 2 kom xistin lîsteya terorê ku êrîşî petrola Kurdistanê kiribûn

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê, du komên milîsên Iraqî ku ji aliyê Serokê Navenda Medyayê ya Iraqê ve wek berpirsiyarên êrîşên ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê hatibûn destnîşankirin, bi fermî xiste lîsteya terorê. Ev pêngav du meh piştî daxuyaniyên Nizar Heyder û êrîşên ku hilberîna petrola Kurdistanê rawestandibûn, hat avêtin.
Paşxaneya êrîşan
Êrîş di demekê de pêk hatibûn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di nav danûstandinên hestiyar de bûn li ser mijarên petrol, dahat û mûçeyan. Bombebarankirina zeviyên petrolê ji deverên di bin kontrola hikûmeta federal de, hilberîna petrola Kurdistanê gihandibû asta sifirê.
Di wê demê de, Serokê Navenda Medyayê yê Iraqê li Waşingtonê, Nizar Heyder, di hevpeyvînekê de ji Zagros TVyê re eşkere kiribû ku komên milîs ên Seyd El Şuheda û Ensarula ya Ewfiya li pişt avêtina dronan bo ser zeviyên petrolê yên Kurdistanê ne.
Piştrastkirina Amerîkayê
Duh, 17ê Îlona 2025an, daxuyaniyên Heyder hatin piştrastkirin dema ku Wezareta Derve ya Amerîkayê navê van her du koman, li gel çend komên din, di lîsteya xwe ya terorê de bi cih kir.
Bi vê biryarê re, hejmara komên Heşdî Şeibî yên di lîsteya terorê ya Amerîkayê de gihişt 7an. Navê wan ev e: Ketîbeyên Seyîd El-Şuheda, Ketîbeyên Îmam Elî, Tevgera Ensarullah Ewfiye, Tevgera Nûceba, Esayîb Ehlî Heq, Ketîbeyên Hizbullah, MilîsênBabîlyon
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.




