Li Belucistanê teqîn çêbû: 5 kes mirin û kesekîo birîndar bû

PeyamaKurd – Li Belûcistana ku di nav sînorê îro yê Pakistanê de maye, teqînekî çêbû û di encamê de 5 kes mirin û kesekî birîndar bû. Ev rêje ya herî kêm e. Li ser teqînê, polîs û tîmên rizgarkirinê çûne ciyê bûyerê.
Li gor rojnama Dawnê; teqîn li Belûcistanê li devera Çamanê, nêzî rawesgehekî taksiyan çêbûye. Çaman dikeve ser sînorê Afganistanê.
Li Pakistanê li eyaletên Belucistanê û li Hayber Pahtunhvayê gelek caran bûyerên weha diqewimin. Peştû û Belûc serxwebûna xwe dixwazin û Pakistan û Îran îznê nade wan û wan bi terorê tewan dikin.
Li Belucistanê rêxistina Artêşa Rizgariya Belûcistanê (TTP) û li eyaleta Peştûyan jî Talibana Pakistanê xebatê dike da ji Pakistanê veqetin.
Tirkiye, Îran, Iraq û Pakistan berê di nav xwe de peyman girêdabûn da di nav dewletên wan de ti millet ji wan veneqete û ku Kurd jî ji Iraqê, Tirkiyê û Îranê veneqetin. Li gor peymana CENTOyê di kîjan welatekî de etnîsîte an milletên bindest tevbigerin wê temamê dewletên navborî bi hevre mudaxele bikin.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




