Di çalakiyên îro yên li Fransayê de 110 kes hatin binçavkirin

Di çalakiyên îro yên li Fransayê de 110 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li hemberê hukumeta ketî ya François Bayrou ku di 8ê Êlûnê de ji ser kar ketibû, li hemberê planê wê hukumetê, çalakvanên Fransayê ketin nav tevgerê û xwestin her tiştî rawestînin. Di çalakiyan de polîs 110 kesan xist binçav.

Rêvebirê polîsê Parîsê Laurent Nunez, berya çalakiyan ji esnafan re got ku ciyê karên xwe girtî bihêlin û esnafan li hemberê kiryarên çalakvanan şiyar kir. Nunez got ku li gor raporên di destên wan de, wê bi seden kes hetta bi hezarî redîkalên tund dê bikevin nav kortejên çalakiyan û tevgerên tund pêkbînin.

Rêvebirê polîs Nunez, ragihand ku hêzên ewlehiyê li ciyên krîtîk bicîh kirine. Heya niha 80 hezar kes bi asayîşê hatine wezîfedarkirin. Wezîrê karên navxwe Bruno Retailleau fermanê da hêzên asayîşêku wexta çalakvan blokan deynin wê yekser blokan rakin û eger zerarê bidin mal û can, wê yekser mudaxele bikin.

Rayedar ragihandin ku ji bo çalakvan zerarê nedin mal û dukkanên xelkê, meydan û caddeyan xistine ablûkayê û alavên cendirmeyan jî sewqê meydana çalakiyan kirine.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.