Berdevka Koşka Spî: Wê girtina Kendava Hurmuzê 'ehmeqîyek' be

Berdevka Koşka Spî: Wê girtina Kendava Hurmuzê 'ehmeqîyek' be

PeyamaKurd- Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt, li ser şerê Îsraîl-Îranê daxuyanî dan rojnamevanan û got, girtina Kendava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve wê "ehmeqî" be.

Leavitt, di daxuyaniyên xwe yên piştî êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê de, bal kişand ser gotinên Serokê Amerîka Donald Trump û tekez kir ku Trump hê jî ji dîplomasiyê re vekirî ye, lê di heman demê de zexta li ser rejîmê jî dipirse. 

Leavitt got ku Trump gotiye, "Ger ew ji danûstandinan re ne amade bin, wê maqûl be ku gelê Îranê bifikire ku rejîmê hilweşîne". 

Herwiha diyar kir ku her hewleke rejîma Îranê ya ji bo girtina Kendava Hurmuzê dê "ehmeqî" be û hişyarî da ku ev gavên bi vî rengî dikarin aloziya li herêmê zêdetir bikin. 

Leatvitt wiha pê de çû: "Ger rejîma Îranê red bike ku bigihîje çareseriyeke aştiyane ya dîplomatîk, çima gelê Îranê hêza vê rejîma zalim ku bi dehan salan ew di bin zextê de hiştiye, ji destê wan nestîne?" 

Leavitt herwiha gotinên Trump dubare kir ku "tesîsên nukleerî yên Îranê bi temamî hatine rûxandin," û anî ziman ku Trump raporeke îstixbaratî dîtiye ku destnîşan dike Îran bi qasî hefteyan ji bidestxistina çekên nukleerî dûr e.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.