Iraq û Tirkiyê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li ser vegerandina hinartina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê ku ji sala 2023an ve hatiye rawestandin gotûbêj kirin.
Hevdîtin di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derve ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya ku li Stenbolê hat lidarxistin de pêk hat.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, aliyan li ser bilezkirina hemahengiya teknîkî û îdarî ji bo destpêkirina hinardekirina derve li hev kirine.
Herwiha tekez li ser wê yekê hat kirin ku Iraq amade ye di vê proseyê de hevkariyê bike û divê prose bi awayekî ku berjewendiyên her du welatan li ber çav bê girtin.
Di 25ê Adara 2023an de hinartina petrola Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin û yasaya budçeyê ku di 17ê Sibata 2025ê de ket warê cîbicîkirinê de, bingeha yasayî ji bo destpêkirina hinardekirinê hat dayîn.





