Rojava | Hêzên Amerîkî li Hesekê moşekek xistin xwar

Rojava | Hêzên Amerîkî li Hesekê moşekek xistin xwar

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Hevpeymaniyê yên bi pêşengtiya Amerîkayê, mûşekek beriya bigihe armanca xwe, moşekek xistin xwarê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, derengiya şeva borî mûşekek li ser baregeha leşkerî ya Qesrikê ya bakurê rojavayê parêzgeha Hesekê hate dîtin.

Li gorî SOHRê, ew moşek ji aliyê pergala parastina hêzên Amerîkayê ve hatiye xistin.

SOHRê diyar kir, piştî xistina wê moşekê, balafirên leşkerî yên Amerîkayê li esmanê navçeyê geriyan û operasyon hate destpêkirin. 

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê ji bo bersivdana her êrîşeke Îranê, tevgerên hêzên Amerîkayê li derdora Hesekê û navçeyên din zêde bûne.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.