Îranê bi bahaneya şerê bi Îsraîlê re 530 kesan girt

PeyamaKurd – Komela Mafê Mirovan ya navenda wê Norweçe ya bi navê Hengaw di rapora xwe ya 3em de ragihand ku di dema şerê Îranê û Îsraîlê destpêkiriye heya niha 530 kesan girtiye ku di nav wan de 30 kes jinin û 2 kes ji wan hemwelatiyên Ewrûpane.
Di nav 10 rojan de 530 kesên ku hatine desteserkirin bi belge hatine tesbîtkirin û Îran wekî sedema girtinê ‘ewlehiya netewî’ nîşan dide û zorê dide ser xelkê.
Sûcên ku Îran bi bal wan kesan ve dide; ‘casûsiya bo Îsraîlê’, ‘li dijî dewletê propoganda’ û ‘afirandina endîşeyan di nav xelkê de’ ne.
Li gor ragihandina Hengawê: di 22yê Heziran 2025 roja yekşemê girtiyê siyasî Majid Masibi, bi sedema li ser navê Îsraîlê casûsiyê kiriye, bê darazekî adilane û bê ragihandin hatiye îdamkirin.
Siyaseta Îranê ewe ku dema yekî digrin, ‘casûsiya Îsraîlê’ an ‘firotina maddeyên hişbir’ dixin aliyê wan.
Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.




