Rayedarên Amerîkî: Dibe ku Îran di nav 48 saetan de bersivê bide

PeyamaKurd- Çavkaniyên payebilind ên Amerîkî ji Ajansa Reutersê re ragihandin ku Washington di wê baweriyê de ye Îran di nav 48 saetan de, êrîşeke bersivdanê li beramber êrîşa tesîsên nukleerî li dijî Amerîkayê pêk bîne.
Herwiha hate diyarkirin ku Amerîka li gel vê pêşbîniyê, hewl dide bi rêyên dîplomatîk pêşîya êrîşan bigire.
Heman çavkaniyan diyar kirine, îhtimaleke mezin heye ku Îran di demek nêzîk de êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê, Washington hewlên xwe yên dîplomatîk zêde kirine, da ku rê li ber vê êrîşa muhtemel bigire.
Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Ekber Welayetî 22yê Hezîranê, gef li Amerîkayê xwaribû û gotibû: "Êdî li Rojhilata Navîn û cîhana Îslamê ti cihekî ewle ji bo Amerîka û baregehên wê yên leşkerî namîne."
Welayetî gotibû, "Her baregeheke Amerîkayê ku ji bo êrîşa li ser welatê me hatibe bikaranîn, em êrîşkirina li ser wê weke mafê xwe yê rewa dibînin."
Piştî van gefên Îranê yên bersiveke rasterast ji bo êrîşa Amerîkayê li dijî sê santralên atomî yên Îranê (Ford, Natanz û Îsfehan) Serokê Amerîkayê Donald Trump platforma Xê peyamek belav kir û got: "Me êrîşa xwe ya gelekî serkeftî ya li ser sê santralên atomî yên Îranê bi dawî anî. Niha dema aştiyê ye!"
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




