Piştî şerê bi Îsraîlê re, rejîma Îranê dibistanên li Rojhilatê Kurdistanê weke baregeh bi kar tîne

PeyamaKurd – Li gorî şahidên agahdar, Hêzên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Rejîma Îranê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê dibistanan wekî baregehên leşkerî bi kar tînin.
Hat ragihandin ku pasdarên rejîmê, mifteyên dibistanan ji midîran wergirtine û ew ji bo xw stargeh û navendên leşkerî.
Her weha, hat diyarkirin ku li kolan û qadên giştî yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî nuqteyên kontrolê ava dikin û bi vî awayî tirsê di nav gel de belav dikin. Ev kiryar wekî hewldanek ji bo ferzkirina rewşeke awarte li nav nîştecihan tê dîtin, ku li dijî mafên sivîlan zordariyê didomîne.
Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.




