IDF: Zêdetirî 50 balafirên şer li Tehranê êrîşî armancên leşkerî kirin

IDF: Zêdetirî 50 balafirên şer li Tehranê êrîşî armancên leşkerî kirin

PeyamaKurd- Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku zêdetirî 50 balafirên şer li Tehranê, êrîş birine ser armancên leşkerî yên Îranê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Parastina Îsraîlê ve hatiye dayîn de hate gotin, "Zêdetirî 50 balafirên şer li armancên leşkerî yên li Tehranê xistin. Balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Îsraîlê, navendên leşkerî, tesîsên hilberîna moşekan, pergalên radarê û binesaziyên depokirina moşekan ên rejîma Îranê li herêma Tehranê ya Îranê kirin hedef."

Di daxuyaniya Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) de, li ser êrîşên dawî yên li dijî Îranê hate gotin, "Zêdetirî 50 balafirên şer li armancên leşkerî yên li Tehranê xistin. Di pêla dawî ya êrîşan de û wekî beşek ji operasyonên berfireh ên ji bo qelskirina kapasîteyên leşkerî yên rejîma Îranê, balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Îsraîlê, bi rêberiya Îstixbarata Leşkerî (Aman), navendên leşkerî, tesîsên hilberîna moşekan, pergalên radarê û binesaziyên depokirina moşekan ên rejîma Îranê li herêma Tehranê ya Îranê kirin hedef."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, "Hêzên Parastina Îsraîlê dê zirara li ser kapasîteyên leşkerî ya rejîma Îranê zêde bike û dê xebatên xwe yên bidestxistina serdestiya hewayî ji bo dabînkirina ewlehiya dewleta Îsraîlê bidomîne."

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.