Îranê fuze avêt baregeha Amerîkayê ya li Qatarê

Îranê fuze avêt baregeha Amerîkayê ya li Qatarê

PeyamaKurd – Îranê 6 fuzeyan avê ser baregeha DYAyê ya payîtext Doha ya Qatarê. Îran, êrîşa xwe wekî serkeftin ragihand lê Îsraîlê ragihand ku Îran 6 fuzeyan avêtiye barageha DYAyê ya Qatarê. Televîzyona dewletê ya Îranê IRIB êrîşa Îranê piştrast kir û got:

“Tevgera leşkerî ya Îranê ya ser baregehên DYAyê ya Qatarê destpêkir.”

Îranê, hem ragihandiye ku êrîşê ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê jî kirine. Di mijara Iraqê de heya niha bi zelalî ti agahî nehatin ragihandin.

Li ser êrîşa Îranê ya ser Qatarê, rêvebiriya Qatarê seha xwe ya hewayî bo demkî girt. Piştî Qatar seha xwe ya hewayî girt, Îmaratê jî seha xwe ya hewayî girt.

Hat ragihandin ku piştî êrîşa Îranê li Dohayê ku payîtexta Qatarêye, dengê teqînan hatiye.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.