Îranê biryara tolhildana Amerîkayê da!

PeyamaKurd – Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê Îbrahîm Rizayî ragihand ku biryara tolhildana Amerîkayê hatiye dayîn.
Rizayî ragihand ku bi beşdariya rayedarên payebilind ên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Wezareta Karên Derve li Meclîsê civînek hat lidarxistin. Rizayî diyar kir ku derbarê êrîşa Amerîkayê ya li ser tesîsên nukleerê de raporek hat pêşkêşkirin û zerarên muhtemel hatin nirxandin û wiha got, "Rayedaran destnîşan kirin ku bi vê êrîşê xebatên nukleerî nayên sekinandin."
Rizayî her wiha got: Rayedarên Wezareta Karên Derve derbarê xebatên dîplomatîk de raporek pêşkêş kirin û got: Her wiha pêdaçûna li Lihevkirina Navokî û betalkirina endamtiya Îranê di vê rêketinnameyê de ji daxwazên hevpar ên endamên komîsyonê ye û tê plankirin ku ev daxwaz bên rojeva meclîsê.





