Otomobîla heyeta pispor li Çiyayê Mereto qeza kir: 5 kesan can da

PeyamaKurd- Li navçeya Sasonê ya bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, otomobîla heyeta pisporên Dadgeha Îdarî li dorûbera Çiyayê Meretoyê wergeriya û 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Parêzgariya Batmanê ragihand, îro şandeke pispor di çarçoveya dozeke betalkirinê ya Dadgeha Îdarî de ji bo kar û xebatên lêkolînê çûne navçeya Sasonê lê di vegerê de otomobîla wan wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduirstiyê û rizgarkirinê çûn cihê qezayê.
Hate diyarkirin ku 4 kesan li cihê qezayê û kesekî din jî li nexweşxaneyê bi giştî 5 endamên şanda lêkolînê can dan.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê qezayê peyamek belav kir û got: “Li navçeya Sasonê ya Batmanê otomobîla şanda ku li Çiyayê Meretoyê karê xwe bi dawî kiriye di dema vegerê de wergeriya. Di encama qezayê de endamên şandeyê Aliye Yilmaz, Mustafa Serdar Akgonul, Fesîh Barut, Rêveberê Mûzexaneya Êlihê Mehmet Cabir Alper û karmendê Qeymeqamtiya Sasonê Mazlum Yilmaz canê xwe ji dest da.”
Ev nivîs 145 car hatiye xwendin.




