Brîtanya: DYA ji bo kêmkirina gefa çekên atomî ketiye tevgerê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku êrîşa Amerîkayê ya li ser navendên nukleerî yên Îranê, ji bo kêmkirina gefa bernameya nukleerî ya Îranê ye. Starmer destnîşan kir ku bernameya nukleerî ya Îranê ji bo ewlehiya navneteweyî gefeke cidî ye û divê tu carî rê neyê dayîn ku Îran çekên nukleerî çêbike.
Piştî ku DYA rasterast beşdarî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bû û sê navendên nukleerî yên Îranê xistin, lîderên Ewropî bang li Îranê kirin ku vegere ser maseya danûstandinan. Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê, Kaja Kallas, jî bang li hemû aliyan kir ku paşve gav bavêjin û vegere ser maseya danûstandinan da ku arasteya aloziyan zêdetir nebe.
Di vê navberê de, piştî êrîşên DYA'yê, Rêxistina Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) civînek awarte ya rêveberiya xwe ya 35-endamî gazî kir. UAEA her weha ragihand ku piştî êrîşê ti zêdebûnek di asta radyasyonê de, di nav de li Navenda Nukleerî ya Fordow, nehatiye dîtin.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




