Êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê bi şev jî berdewam kirin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku li rojavayê Îranê û Tehranê êrîşên hewayî pêk anîne.
Supaya Pasdaran a Îranê li ser platforma medyaya civakî Telegramê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişî herêma Parçîn a li başûrê rojhilatê Tehranê kirine, lê sîstema berevaniya hewayî bersiva êrişan daye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 20 balafirên şer li Kirmaşan, Hemedan û Tehranê zêdetirî 30 hedefan bombebaran kirine.
Parêzgarê Tehranê Muhammed Sadiq Mutamiyan di televizyona dewletê de diyar kir ku di 10 rojên dawî de li navenda Tehranê di êrîşên ku ji teref Îsraîlê ve li 200 cihan hatin kirin de 200 kes mirin û 877 kes jî birîndar bûn.
Parêzgar Mutamiyan got, "Di êrîşan de binesaziya tora belavkirina av, elektrîk û gaza xwezayî, televîzyon û radyo û navendeke tenduristiyê hatin hedefgirtin."





