Li dêra Şamê teqîn: Herî kêm 30 kes mirin

PeyamaKurd – Li Dêra Mar Îlyas a li herêma Diwêla ya rojhilatê Şamê ya Sûriyeyê teqînek çêbû
Li gorî agahiyan, xwekujekî xwe teqandiye. Hat ragihandin ku xwekujê ku derbasî dêrê bû ewil bi kalaşnîkovê gule li îbadetkaran reşandin û paşê jî bombeya xwe teqand. Hat diyarkirin ku di encama êrîşa xwekujî de herî kêm 30 kesên di dêrê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gor televizyona dewletê êrîşkarekî ku li taxa Diwêla ketibû dêra bombeya xwe teqand.
Piştî teqînê hêzên ewlehiyê navçe dorpêç kirin û derbarê teqînê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Li gorî France24ê, ev êrîş piştî çend salan êrîşa yekem e ku li Sûriyê diqewime.





