Parlamentoya Îranê biryara Tengava Hurmuzê derxist

Parlamentoya Îranê biryara Tengava Hurmuzê derxist

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamentoya Îranê piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser tesîsên nukleerî girtina Tengava Hurmuzê pejirand.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îranê de cih girtine, Parlamentoya Îranê piştî êrîşên DYAyê girtina Tengava Hurmuzê pejirand.

Di demekê de ku meraq li ser wê yekê hebû ku bersiva Îranê çi be piştî ku Amerîka beşdarî şerê li aliyê Îsraîlê bû û êrişî sê navendên navokî yên Îranê kir, gaveke balkêş ji aliyê Parlamentoya Îranê ve hat.

Li gorî rapora Press TVyê, yek ji kanalên ragihandinê yên dewleta Îranê, Sererkan Kowsarî endamê Komîsyona Ewlehiya Netewî ya Parlamentoya Îranê ragihand, ku Parlamentoyê li ser wê yekê encam da ku divê tengava Hurmuzê were girtin.

Li aliyê din di vê mijarê de biryara dawî dê ji aliyê Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ve bê dayîn.

Tengava Hurmuzê, rêyeke avê ya teng ku li devê Kendava Farsê ye, dihêle ku petrol û hilberîna gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) li Rojhilata Navîn bi rêya Deryaya Oman û Okyanûsa Hindî veguhezîne bazarên cîhanê.

Ev dergeha stratejî, ku nêzîkî sêyeka nefta xav a cîhanê ye ku bi rêya deryayê ve tê veguheztin, di veguheztina nefta xav û kondensatê de ji bo hilberînerên Rojhilata Navîn, bi taybetî Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, rolek girîng dilîze.

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.