Meclisa Îranê: Biryara tolhildanê ya Amerîkayê hat dayîn

Meclisa Îranê: Biryara tolhildanê ya Amerîkayê hat dayîn

PeyamaKurd – Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Îranê Îbrahîm Rezayî ragihand ku li dijî DYAyê biryar hatiye girtin ku tedbîrên tolhildanê û pêşîgirtinê bên girtin.

Rezayî ragihand ku bi beşdariya rayedarên payebilind ên Ajansa Enerjiya Atomê ya Îranê û Wezareta Karên Derve li Meclîsê civînek hat lidarxistin.

Rezayî bal kişand ku derbarê êrîşa Amerîkayê ya li ser tesîsên nukleerî da rapor hat pêşkêşkirin û zerarên muhtemel hatin lêkolînkirin û wiha got: "Rayedaran destnîşan kirin ku bi vê êrîşê xebatên nukleerî nayên sekinandin."

Rezayî bal kişand ser vê yekê ku rayedarên Wezareta Karên Derve jî di derbarê xebatên dîplomatîk de raporek pêşkêş kirin û got: "Herwiha nirxandina Lihevkirina Navokî (NPT) û endam nebûna Îranê di vê peymanê de ji daxwazên hevpar ên endaman bû û tê plankirin ku ev daxwaz bên rojeva parlamentoyê.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.