PDK-T 4. kongreya xwe ya asayî li dar xist

PDK-T 4. kongreya xwe ya asayî li dar xist

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) li Enqereyê 4emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist û Muhammed Emîn Kardeş careke din wek Serokê Partiyê hat hilbijartin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-T) doh Yekşemê 22ê Hezîrana 2025an, 4emîn kongreya xwe ya asayî li Enqerê li dar xist û Mihemed Emîn Kardeş bi 44 dengan careke din wek serokê partiyê hat hilbijartin.

Di kongreyê de pêvajoya aştiyê û mafên Kurd û Kurdistaniyan hatin gotûbêjkirin.

Ji bilî nûnerên partî û kongreyê tu mêvan nehatin vexwendin kongreyê.

Peyamên ku bi boneya kongreyê hatibûn şandin hatin xwendin û di rêveberiya partiyê de hin guhertinên teknîkî hatin kirin.

KDP-T di sala 2014an de hat damezrandin û li Tirkiyê yekem part e ku navê "Kurdistan" li xwe kiriye. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di sala 2018’an de ji ber ku di navê wê de peyva “Kurdistan” hatiye gotin, li dijî wê partiyê doz vekiribû.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.