SOHR: Piştî ruxîna rejîma Esed di 31 gorên komî de 2 hezar û 744 term hatin dîtin

SOHR: Piştî ruxîna rejîma Esed di 31 gorên komî de 2 hezar û 744 term hatin dîtin

PeyamaKurd- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji dema hilweşîna rejîma Baasê ya Sûriyeyê ve, 31 gorên komî hatine dîtin.

Hate diyarkirin ku di van gorên komî de bi giştî 2 hezar û 744 cenaze hatine derxistin.

Li gorî agahiyên SOHRê, belavbûna van gorên komî li seranserê parêzgehên Sûriyeyê wiha ye:

  • Dêrezor: 5 gorên komî hatine dîtin, tê de 106 cenaze hene ku 6 ji wan zarok in.
  • Gundewarê Şamê: 5 gorên komî hatine keşfkirin, bi 176 cenazeyan.
  • Hema: 4 gorên komî bi 41 cenazeyan.
  • Hums: Heşt gorên komî hatine dîtin, di nav wan de hezar û 250 cenaze hene ku ev hejmara herî zêde ye.
  • Dera: 4 gorên komî bi 137 cenazeyan.
  • Şam: 2 gorên komî bi hezar û 20 cenazeyan.
  • Idlib: 2 gorên komî bi 10 cenazeyan.
  • Heleb: Yek gora komî bi 4 cenazeyan.

 

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.