Macron bang li Îranê kir: Rageşiyê kêm bike û vegere diyalogê

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî êrişên Amerîkayê yên li ser sê tesîsên nukleerî yên Îranê di şeva 22ê Hezîranê de li Natanz, Fordo û Isfehanê bang li Tehranê kir ku rageşiyê kêm bike û vegere diyalogê.
Emmanuel Macron di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de got, "Piştî êrîşên duh, min banga kêmkirina rageşiyê kir û ji bo Îranê vegere kanalên dîplomatîk, di vê hawîrdora xeternak de herî zêde xwe ragirin."
Koşka Elysee pêştir ragihandibû ku Macron ji ber zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn dê roja Yekşemê civîna konseya ewlehiyê li dar bixe. Macron her wiha diyar kir ku ew dixwazin bi Welîehdê Erebistana Siûdî, Siltanê Omanê, Serokê Îmaratê û Mîrê Qeterê re hevdîtinê pêk bînin da ku "hevkariya xwe ragihînin" û da zanîn ku wî daxwaza xwe ji Serokomarê Îranê ji bo serbestberdana demildest welatiyên me Cecile Kohler û Jacques Paris dubare kiriye.





